Serokwezîr pêswaziya Balyozê Qazakistanê kir

Serokwezîr pêswaziya Balyozê Qazakistanê kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî,pêşwaziya Balyozê Qazakistanê yê li Iraq û Urdinê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Komara Qazakistanê li Iraq û Urdinê Aiderbek Tumatov kir.

Di hevdîtinê de, Balyozê Qazakistanê kêfxweşiya xwe ya li hember serdana Herêma Kurdistanê û pêşketin û geşbûna navçeyê nîşan da.

Barzanî û Balyoz Tumatov pêşketina pêwendiyên dualî bi taybetî veberhênan û danûstandinên bazirganî nirxandin.

Di hevdîtinê de herwiha bal hat kişandin ser rola çalak û bihêz a diyasporaya Kurd li Qazakistanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin