PeyamaKurd – Artêşa Rûsyayê piştî sê hefteyan do Yekşemê bi moşekan êrîşî avahiyeke Kîevê kir.
Li gor Şaredarê bajarê Vitali Klitschko diyar kir, armanca êrîşê "tirsandina Ukraynîyan e" di rojên berî lûtkeya NATOyê ku wê 28 heta 30 Xizîranê li paytextê Îspanyayê Madrîdê cih bigre.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky wê hem di civînên G7 û hem jî di yên NATOyê de bi rêya înternetê biaxive.
Herwiha ajansên nûçeyan ên Rûsî ji zarê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê diyar dikin ku Yekşemê Rusyayê çekên pêşkevtî bikar anîne ji bo lêdana navendên perwerdehiyê yên artêşa Ukraynayê li herêmên Chernihiv, Zhytomyr û Lviv.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin