PeyamaKurd - Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi daxuyaniyekê diyar kir, ew pêşwazî li hewlên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dikin ku ji bo pirsa budçeyê her dem li ser xetê bû. Herwiha Fraksiyona PDKê da zanîn, Serokwezîr amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo cibicîkirina erkên vê rêkeftinê û vegerandina mafên xelkê Kurdistanê dubare kiriye.
Fraksiyona PDKê destnîşan kiriye: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî do êvarê ragihand, ew bi Serokwezîrê Iraqê re axiviye û rêkeftina Hewlêr û Bexdayê cibicî dibe.”
Fraksiyona PDKê eşkere kiriye: “Em di Fraksiyona PDKê de, pêşwazî li vê hewlê dikin û wê wek vekirina deriyekî ji bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dibînin.”
Herwiha li gor di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Cihê xwe ye li vir destxweşiyê li hewlên bêdawî yên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî bikin ku du roj piştî sûndxwarina xwe wek Serokwezîr, xwast pirsgirêkên li gel Bexdayê çareser bike. Ji bilî ku di vê heyamê de bi berdewam li ser mijara budçeyê li ser xetê bû û şanda Hikûmetê raspard û desthilata rêkeftinê daye ku ligel Bexdayê li ser şandina budçeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hev bike û amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo cibicîkirina erkên xwe yên di vê rêkeftinê de ji bo vegerandina mafên gelê Kurdistanê dubare kir.”
Fraksiyona PDKê diyar dike: “Wek di dema derbasbûyî de Serokwezîr gotibû, ji bilî budçeyê, gelek pirsên din jî hene ku divê bi Hikûmeta Iraqê re bên çareserkirin û pirsa şandina budçeyê dikare çareserkirina pirsên din jî li pişt xwe bîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin