PeyamaKurd – Li welatê Bûrkîna Faso yê rojavayê Afrîkayê di encama êrîşeke ser du gundan de, herî kêm 36 sivîlan can da.
Li bajarê Sanmatenga yê li bakurê Bûrkîna Fasoyê, pêşî li gundekî êrîşek pêk hat û di encama vê êrîşê de herî kêm 32 kes hatin kuştin.
Hat zanîn êrîşkaran piştî ku gule li bazara bajarê Sanmatenga barandin reviyane û paşê li gundekî din jî 4 kes kuştine.
Wezîrê Ragihandinê yê Bûrkîna Faso Remîs Fûlgance Dandjînoû diyar kir ku heta niha ti aliyan ev êrîş negirtiye ser xwe.
Li gelek welatên rojavayê Afrîkayê komên ser bi El Qaîde û DAÎŞê ve û radîkalên Îslamî êrîşan dikin. Li Nîjer, Nîjerya, Çad û Kamerûnê ji ber êrîşên terora Boko Haramê ji sala 2009an ve bi deh hezaran sivîlan can daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin