Bogdanov: Pêserojeke bas li pêsiya pêwendiyên Kurdistan û Rûsyayê ye

Bogdanov: Pêserojeke bas li pêsiya pêwendiyên Kurdistan û Rûsyayê ye

PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê  Mîhaîl Bogdanov, piştî hevdîtinên xwe yên bi rayedarên herêma Kurdistanê û ENKSê re civîneke rojnamevanî saz kir.

Bogdanov bal kişand ser ku civînên wî li Hewlêrê gelekî girîng bûn ku wan behsa rewşa herêmê û Iraqê kiriye û diyar kir, “Pêşerojeke baş ji bo pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê heye.”

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê got: “Kompanyayên mezin ên Rûsya di warê vîza de li vir kar dikin û di wê derbarê de me behsa pêwendiyên di warên aborî û vîza de kirin.”

Bogdanov roja Çarşemê dest bi serdana xwe ya Hewlêrê kiribû û bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û herwiha bi ENKSê re hevdîtin kiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin