Alfredo Perez Rubalcabayê sosyalîst jiyana xwe ji dest da

Alfredo Perez Rubalcabayê sosyalîst jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd- Serokê berê yê Partiya Karkerên Sosyalîst yê Îspanyayê (PSOE) Alfredo Perez Rubalcabayê 67 salî, piştî xwîn çû ser mêjiyê wî, roja çarşema borî wî birin nexweşxanê û îro siet di 4.30 yê piştî nîvro de jiyana xwe ji dest da.

Rubalcaba, di navbera salên 1993 û 2014 de parlementeriyê kiribû. Di navbera van salan de wezîrtiya perwerdê, wezîrtiya karên hundir, berdevkê hukumetê û cîgirtiya serokwezîr kiribû. Paşî bû serokê partiya sosyalist û di 40 salên dawiyê de navekî girîng bû di rêvebiriya sosyalîstan de.

Rubalcaba, bi taybetî di dema ku wezîrê karên hundir bû, karibû roleka girîng di fesxkirina rêxistina ETA yê ya Baskê de roleka girîng bide ser milên xwe. Piştî mirina wî, partiyên siyasî navber xistin xebatên xwe yên bo hilbijartinên parlementoya Awrûpayê.

Merasima cenazê Rubalcaba dê sibê bêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin