PeyamaKurd –Hêzên rejîma Sûriyê bi piştgiriya Rûsyayê êrîşên ser herêmên di destê komên çekdarên girêdayî Tirkiyê de berdewam dike û herî dawî jî bajarokên Armaniya û Mere Hitatê yên Helebê kontrol kir û xaleke çavdêriyê ya artêşa Tirkiyê jî dorpêç kir.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), piştî dorpêçandina hêzên rejîma Sûriyê Tirkiyê jî tank, wesayîtên zirxî û derdora 20 leşker li deriyê têketina gundê Keferamîm ê li rojhilatê bajarokê Seraqibê bi cih kirin.
Hat ragihandin ku şerê li derdora bajarê Helebê didome û komên çekdar hewl didin li aliyê bakurê Helebê bi pêş bikevin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin