PeyamaKurd- Pêşdarên Oldar yên Kurdan; wekî Misliman, Zerdeştî, Kakeyî û Êzîdî bi hev re ji Netewên Yekbûyî (NY) re nameyek rêkirin! Di nameyê de hate xwestin ku ji bo jiyaneke hevpar alîkarî were kirin.
Pêşdarên Misliman, Zerdeştî, Kakeyî û Êzîdiyan li Silêmaniyê bi hev re civîneke çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de endamê Meclîsa Kurdên Kakeyî Serhed Kakeyî axivî û got ku me ji Netewên Yekbûyî re nameyek rêkir. Me ji wan xwest ku li Kerkûkê ewlehiya me pêk bînin. Lewra li herêmê, şertên jiyanê pir xirab in. Jixwe ewlehî û aramî tune ye. Ji ber vê yekê me ji NYê xwest ku li herêmê ewlehiyê pêk bînin.
Kakeyî got ku ev şeş meh in ku Pêşmerge ji herêmê derketine. Ji wê rojê û pêde şertên Kurdan her ku çû xira bûn. Artêşa Iraqê ti caran herêmên ku Kurd lê zêde ne, neparastin. Kurdên Kakeyî mecbûr man ku ew xwe bi xwe biparêzin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin