PeyamaKurd - Wezîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş ragihand ku Tirkiye, hem parêzvan hem jî kekê mezin ê kurd, êzidî, sunî, şîe, ereb û tirkmenan e.
Kurtulmuş, di civîneke partiya xwe ya li bajarê Denizliyê de bal kişand ser daxuyaniyên Amerîkayê yên li Sûriyê parastina Kurdan ji operasyonên Tirkiyê û wiha axivî:
“Niha Wezîrê Derve yê Rêzdar ê Amerîkayê dibêje, heger em ji wan deran vekişin, destûrê nadin Tirkiye qetla Kurdan bike. Dibêje yên Kurdan diparêzin em in. Divê em pêşî Rojhilata Navîn fêm bikin. Di navbera Kurd û Tirkan de pirsgirêk nîn in. Li Rojhilata Navîn mesele ne pirsgirêkan navbera Tirk û Kurd û Ereban e. Mesele rêxistinên terorê yên hûn wan diparêzin e ku bûne bela serê gelê vê erdnîgariyê.”
Kurtulmuş di dewamê de diyar kir, “Li vê cografyayê parêzvan û kekê mezin ê Tirkan jî, Kurdan jî, Ereban jî Tirkmen, Êzidî, Sûnî û Şîeyan jî Tirkiye ye. Her birayekî wê derê birayê me ye jî. Dê ev milet ti carî destûrê nede gefên rêxistinên terorê û nedaye jî.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin