PeyamaKurd - Di civîna îro 11ê Adarê ya hikumeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî de ku taybet bû bi çaksazîyên hikumetê, biryar hat dayîn ku Herêma Kurdistanê şandekê bişîne Bexdayê.
Hikûmeta Kurdistanê piştî civînê ragihand, di wê civînê de nirxandineke hûr hate kirin bo rewş û derhavêjteyên belavbûna vîrûsa koronayê û çawanîya cîbicîkirina çaksazîyên hikumeta Herêma Kurdistanê di hemû kertên cuda de.
Di civînê de, Qubad Talebanî ragihand, “Çaksazîyên me dê berdewam bin. Dahata xwe dê firehreng bikin. Yasa ya çaksazîyê yek ji karê me yê berhîyê dibe û di demeka nêzîk dem dê cîbicî bikin.”
Herwiha di civînê de biryar hat dayîn, şandek serdana Bexdayê bike daku bi hev re hevahengîyê bikin bo rewşa nihayî, herwiha Wezareta Darayî hat raspartin daku bo hefte ya dahatî raporteke hûr amade bike derbarê çawanîya encamdana qonaxên çaksazîyê.
Di beşa duyem a civînê de, behsa kerta karebê hate kirin. Wezîrê karebê raportek li ser berhemanîn, dabeşkirin û komkirina dahatên wezareta wan pêşkeş kir. Di vî warî de biryar hat dayîn, ku her çi pêwîst be bê encamdan bo baştir rêvekirina wê kertê.
Herwiha biryar hat dayîn, di dema du heftîyan de, wezareta karebê raporteke zanistî amade bike û planên xwe bo çaksazî û baştir xizmetkirina hemwelatîyan li karebedanê pêşkeş bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin