PeyamaKurd- Welîahdê Erebistana Si’ûdiyê Perens Selman, tevî ku ji kuştina rojnamevan Cemal Kaşıkçı berpirs tê qebûlkirin jî, sersaxiyê da malbata Kaşıkçı. Her dû Selman an ku qralê Erebistanê Selman bîn Abdulazîz û welîahd Muhammed bîn Selman ji hev cuda ji malbatê re sersaxiya xwestin.
Ajansa fermî ya Erebistanê SPA ragihand ku her dû Selman an ku bav û kur bi rêya telefonê, li kurê Cemal Kaşıkçı li Salah geriyane û taziya wî kirine. Kurê Kaşıkçı Salah jî sipasiya wan kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin