PeyamaKurd - Zarokê 12 salî Alî Osman Eytemîş ku doh li Agiriyê bi lehiyê re çûbû û winda bûbû, cenazeyê wî îro 8 kîlometreyan dûrî cihê ku winda bûbû hat dîtin.
Li gundê Dumanli yê Agiriyê, doh li demjimêr dor 18.00an piştî baraneke xurt lehî rabûbû û zarokê 12 salî Alî Osman Eytemîş ê li ber pez bû, li ber lehiyê çûbû.
Hat ragihandin ku îro cenazeyê Eytemîş di encama xebatên lêgerînê yên AFAD, cenderme û agirkujiyê de, 8 kîlometre dûrî cihê winda bûye, hatiye dîtin.
Cenazeyê Eytemîş rakirin morgê û dê îro ji aliyê malbata wî ve bê wengirtin û veşartin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin