Îro 12ê Gulanê Roja Dayikan a Cîhanî ye.. Pîroz be!..

Îro 12ê Gulanê Roja Dayikan a Cîhanî ye.. Pîroz be!..

PeyamaKurd – Îro 12ê Gulanê roja Yekşemê Roja Dayikan e. Roja Dayikan li seranserê dinyayê bo rûmetdan û rêzgirtina li dayikan tê pîroz kirin û dayik tên xelatkirin.

Keçeke amerîkî Anna Jarvis ji ber ku dayika xwe ji dest dide, sala 1908an ji bo wê rojeke bîranînê çêdike û ev roj jî di sala 1914an de ji aliyê kongreya Amerîkayê wê Roja Dayikan tê pejirandin û pêşî li Amerîkayê paşê jî li seranserê dinyayê belav dibe.

Her çiqas Roja Dayikan di rojên cuda de li gelek deveran tê pîrozkirin jî bi giştî di yekşema duyem a meha Gulanê de tê pîrozkirin.

Kevneşopa Roja Dayikan beriya pesendkirina Roja Dayikan li Amerîkayê, di dîroka kevnar de jî heye.

Mînak; di mîtolojiya Yûnan de ji bo yadkirina dayika xwedavendan Rheayê di biharê de mihrîcan dihat lidarxistin û wisa dest pê dikir.

Dîsa di heyama Romaya kevnar de jî mihrîcana biharê ji bo xwedavend Kîbele heta beriya zayîna Hz. Îsa bi 250 salan jî dihat pîrozkirin.

Em jî wek PeyamaKurd Roja Dayikan di serî de li hemû dayikên Kurdistanê û hemû cîhanê pîroz dikin…

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin