Li bajarê Îdlîbê teqîn: 32 kustî

Li bajarê Îdlîbê teqîn: 32 kustî

PeyamaKurd- Li bajarê Îdlîbê li navçeya Sermadayê, li pey hev teqîn çêbûn û di encamê de 32 kes mirin û 45 kes birîndar bûn.

Rêvebirê berevaniyê yên sîvîl Mistefa Hec Yûsif di behsa bûyerê de weha got: “Li navçeya Sermadayê, li hewşa deriyê Babil Hewa ya berê de, di devera kesên ku ji Hûmûsê koçber bûbûn de, serê sibê siet li dora 4an teqînên mezin çêbûn. Di encamê de kesên ku ji Humusê koçber bûbûn û di 2 apartmanan de hatibûn bicîhkirin, her 2 apartmanên wan hilweşiyan û 32 kes mirin, herî kêm 45 kes birîndar bûn.”

Di xebatên bo rizgarkirinê de herî kêm 13 sîvîl ji binê enkazan hatine derxistin, birîndaran birine nexweşxaneyên der û dor û gelek avahî û erebeyên nêzê ciyê bûyerê xesar dîne.

Sedema teqînê hêj diyar nebûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin