PeyamaKurd – Şer û pevçûnên navxwe li Lîbyayê dewam dikin û hêzên Xelîfe Hafter bajarê Sirteyê ku 400 kîlometreyan dikeve aliyê Rojhilatê wî welatî kontrol kir.
Baregeha Operasyona Burkan el-Gadab a ser bi Hêzên Hevpeymaniya Netewî (UMH) ragihand ku ji duşemê ve li dijî Sirteyê operasyona tên meşandin.
Hêzên Hevpeymaniya Netewî (UMH) amaje kir ku ji ber parastina 120 sivîlî bersiv nehatiye dan û şer û pevçûnan dûr sekîniye û di çarçoveya rêkeftinê de ji bajêr vekişiyane.
UMHê di daxuyaniya xwe ya rêkeftinê de eşkere kir ku, komeke çekdar a Medhali Selefî li Sirteyê derbasî aliyê din bû û metirsî derket ku sivîl zirarê bibinin û lewma vekişiyane û hêzên Hafterî kontrola wî bajarî bi dest xistine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin