PeyamaKurd – Li Bakûrê Kurdistanê li bajarê Meletiyê di xebatên arkeolojîk de li Aslantepe 24 gor û 6 xaniyên kevin hatin dîtin ku dîroka wan diçe berya zayînê 3.600-3.700 salî ku dike 5.600 an 5.700 sal berê. Ciyê navborî niha di Lîsta Mayînde ya Mîrata Çandê ya UNESCO de ye.
Parêzgeriya Meletiyê bi nivîskî ragihand ku parêzgerê Meletiyê Aydın Baruş çiye seredana Aslantepe û ji rêvebirê çandê ya bajêr Çetin Şişman û seroka lêkolîna wê derê ji Doç. Dr. Francesca Balossi Restelli di derbarê xebatanên wan de agahiyan sitendiye.
Restelli ragihandiye ku di wexta xebatan de berhemên dewra Hîttîtan an ku Hatiyan de ava bûne, dîtine. Restelli gotiye ku berhemên nû yên hatine dîtin, berya qesra Aslantepe hatine avakirin û nîşan hene ku di wan avahiyan de malmaqûlên wê dewrê jiyane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin