PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî ragihand ku, “Prens di nava şerê xanedanî de ji bo piştgiriya Amerîka û Îsraîl wergire bi milyar dolaran pere dide û gelek peyvên komîk û cihê şermezariyê tîne ziman."
Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Behram Qasimî di bersivdana gotina Welîehdê Erebistana Siûdî yê Mûhemmed Bîn Selman de wiha got: "Quretî û niyeta xirab a welîahdê Erebistana Siûdî yê hedê xwe derbas dike û ber bi nexweşiyeke ku nayê dermankirin ve diçe. Prens di nava şerê xanedanî de ji bo piştgiriya Amerîka û Îsraîl wergire bi milyar dolaran pere dide û gelek peyvên komîk û cihê şermezariyê tîne ziman."
Behram Qasimî berdewamiya axaftina xwe wiha îfade kir: "Ev sengele li pey nav û hêzê ye. Xayîntiyê bi doza Filistînê dike û çav berdaye naskirina Îsraîla ku ev 70 salî kuştinan dike. Ji gotinên derdikeve holê ku ne ji dîrokê, ne ji ummeta Îslamê û ne jî ji zilma li ser milletê mezlûm ê Filistîniyan fêhm dike û dost û dijminê xwe ji hev nas nake."
Qasimî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Komployên salên dawî derdixe holê ku grûbên radîkal û rêxistinên terorîst ên wek DAIŞê ji bo jibîrkirina doza Filistîn û nîfakxistina alema Îslamî hatiye plankirin. Encamên vê ziletê wê li xwediyê xwe vegere û dê wek lekeyeke reş li ser Erebistana Siûdî bimîne."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin