Amerîka rexneyek tund li encama refarandûma Rûsya kir

Amerîka rexneyek tund  li encama refarandûma Rûsya kir

PeyamaKurd - Amerîka, encama refarandûma Rûsya ya ser guherandina makeqanûna ku wê Vladimir Putin heta 2036an desthilat be vekir, bi tundî rexne kir.

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîka, hewldanên Hikûmeta Rûs ya ser ‘’manîpulekirina encamên referandûmê’’ fikaran çêdike.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus diyar kir, bi guherandina makeqanûna Rûsya re ‘’fikareke taybet’’ çêbûye.

Xanim Ortagus da zanîn, li welatên ku qonaxên azad û adil tune ne, kesên li desthilat bi guherandina qanûnê, demên xwe dirêj dikin û Amerîka jî dijî vê yekê ye.

Li gor agahîyên fermî yên Komîsyona Hilbijartinê ya Rûsya %65 kes beşdarî referandûmê bûne û %77,9 wan guherandina qanûnê pejirandine.

Putin ji 2000î vir ve desthilat e û dema wî ya kar di 2024’an de bi dawî dibû. Bi encamên eferandûmê re Putin dê karibe heta 2036’an desthilat be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin