PeyamaKurd - Yekîneyên Antî-Terorê yên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) şaneyeke veşartî ya terorîstên DAIŞê ku amedekariya teqîneke berî cejna Remezanê dikir, deseteser kir.
Hat ragihandin ku vê şaneya DAIŞê, fermanên êrîşan ji bajarê Serê Kaniyê yê ji aliyê Tirkiye û komên çekdarên girêdayî wê ve hatiye dagirkirin distand û erka wê jî amadekirina bombeyên teqînê bû.
HSDê da xuyakirin ku şaneya navborî li bajarê Ksrat ê Reqayê hatiye girtin û ji 3 çekdaran pêk tê.
Berî ku ew terorîstên DAIŞê bên girtin, 15 bombeyên teqandinê amade kiribûn û plan dikirin berî cejnê erebeyekê li bajarê Reqayê biteqînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin