PeyamaKurd - Hevserokê HDPê Sezai Temelli li Hewlêrê ragihand ku çareserkirina pirsgirêkan girêdayî îradeya hevbeş a Kurdan e.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî ku li Hewlêrê ye, derbarê serdana wan a bo Herêma Kurdistanê de ragihand ku ew gelek kêfxweş in ku li Kurdistanê ne û wiha axivî:
“Ev demeke dirêj e, tevî şandekê me dixwest ku em bên û vê serdanê encam bidin. Lê mixabin hûn, şert û mercên siyasî yên li Tirkiyê dizanin. Di wan şert û mercan de dema mirov, bi taybetî jî dema HDPê çênabe. Ji ber ku li Tirkiyê bi awayekî cidî atmosferekî siyasî ya neyînî heye.”
Sezaî Temellî diyar jî kir ku, “Lê tevî van hemû yekan jî, ji bo me girîng e ku îro em li vir bin. Girîng e ku ji ber niha pirsgirêka herî mezin a cîhanê, pirsgirêka Rojhilata Navîn e. Çareserkirina vê pirsgirêkê jî girêdayî îradeya hevbeş a Kurdan, hem li Rojava, hem li Başûr û hem jî li Tirkiyê, ango siyaseta cîhanê li van cîhan tê diyarkirin. Diyarkerê vê çareseriyê jî, bêguman gelê Kurd e. Lewra weke HDP di warê çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyê û Rojhilata Navîn de, însiyatifekî me ya girîng heye.”
Şanda HDPê bi serokatiya Hevserokê Giştî yê HDPê Sezai Temelli gihişte Hewlêrê û biryar e ligel Serok Mesûd Barzanî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî hevdîtinan pêk bînin.
Şanda HDPê ji hevserokê HDPê û Parlemanterê HDPê yê Amedê Hişyar Ozsoy û parlemanterê HDPê yê Agirî Berdan Ozturk pêk tê. Civîna wan ya yekem ligel Serok Barzanî ye û wê 4 rojan li Herêma Kurdistanê bimîne û ligel aliyên siyasî bicive.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin