DYAê li Kendava Ummanê li keştiyeke girêdayî Îranê xist

DYAê li Kendava Ummanê li keştiyeke girêdayî Îranê xist

PeyamaKurd - Fermandariya Navendî ya DYAê (CENTCOM) ragihand ku li Kendava Ummanê keştiyeke girêdayî Îranê ku mijûlî çalakiyên keşfê bû û keştiyên Hêza Behrê ya Amerîkayê armanc digirt, ji aliyê hêzên wan ve hatiye lêdan.

CENTCOMê diyar kir ku berî lêdana keştiyê, xebatkar û ekîba nav keştiyê bi ewlehî hatine derxistin û veguhastin, û karûbarên ji bo şandina wan a bo welatên wan berdewam dikin.

Di daxuyaniya CENTCOMê ya derbarê vê bûyerê de hat destnîşankirin ku Artêşa Supaya Pasdaran a Îranê di van 7 mehan de ji bilî keştiyên şer ên Amerîkayê, binesazî û keştiyên gelek sivîlan ku di avên herêmê re derbas dibin jî bi awayekî bêserûber dixe armanc.