Îran: Petrola ji tankêran diherike diçe Kendava Basrayê û Derya Ummanê

Îran: Petrola ji tankêran diherike diçe Kendava Basrayê û Derya Ummanê

PeyamaKurd – Serokê Navenda Oşînografiya Hurmuzgan a Îranê Dr. Samed Hamzayi ragihand ku tankêran petrolê yên ku lê xistine, petrol ji tankêran diherike Kendava Basrayê û ji wê derê diherike Derya Ummanê. Hamzayî ji bo ajansa IRNAyê ya Îranê ragihand ku gemara ji tankêran belav dibe, gemara deryayê gihandiye astekî gelek zêde.

Hamzayi got ku piştî encama êrîşên leşkerî yên ser tankêran, ji tankêran petrol diherike deryayê û ji bo hawirdoriyê bûye weka bombayan.

Hamzayî her weha ragihand ji ber ku nava deryayê gemarî bûye, ev jî bandorê li ajalên deryayê dike û di pêşde dê gemara petrol û bermayên alavên şerî bandorê li ser sektora masîgeriyê, bi awayekî neyînî bike.