DYA: “Dikarin petrola di tankêrên Îranê de serbest berdin”

DYA: “Dikarin petrola di tankêrên Îranê de serbest berdin”

PeyamaKurd – Wezîrê Xezînê yê DYAyê Scott Bessent bi sedema Buhira Hurmizê hatiye girtin û pê re krîzeka enerjiyê li seranserê bazara dinyayê çêbûye, pêşniyarekî balkêş kir. Bessent tevlî bernama TV yekî bi zindî bû û ji bo bihaye petrolê ya li seranserê dinyayê kêm bikin got:

“Em dikarin givaşên ser petrola Îrane yên di tankêran de hene û li ser deryayê ne, rakin. Vê stratejiya ne ji rêzê, em ê esas varêlên petrolê yên Îranê li hemberê Îraniyan bikarbînin.”

Bessent got ku Îran bê serî maye, di nav tevliheviyekî de ye, wezareta Xezînê û rêvebiriya Trump bi hevre di nav koordînê de dixebitin û wê petrola Îranê li hemberê Îranê weka çekekî bikarbînin. Bessent li ser ekrana Fox Business de, behsa hûrahiya vê pêşniyarê kir û got:

“Di rojên pêşiya me de, ew petrola ku di tankêran de ne û li ser deryayê ne, em dikarin givaşa ser wan tankêran rakin. Li ser deryayê li dora 140 milyon varêl petrola Îranê heye. Ev petrol di asta navdewletî de tê vateya pêşkêşlkirina petrola 10 heya 15 rojan ku pêdiviya dinyayê ew çend e.

Ev petrola ku wê Îran îxracê bikira, dê temnamê wê biçûya Çînê. Esas ji bo em bihayê petrolê ji bo 10 an heya 15 rojan kêm bihêlin, em ê vê petrolê li dijî Îranê bikarbînin.”

Wezîr, her weha behsa petrola Rûsyayê kir û got ku di çend rojên borî de, petrola Rûsyayê ya bi miqdarê 130 milyon varêlê ku di deryayê de sekinî bû, givaşa serê bêdeng rabû. Bi vî rengî, pêşkêşkirina petrolê ya dinyayê ne tenê di Hurmizê de lê di vê rêyê de jî zêde kirine.

Bessent got ku firotina rezerva stratejik ya DYAyê erê kirine ku bixin bazara dinyayê, di hefta borî de 400 milyon varêl petrolê xistine bazarê û ji bilî DYAyê, hinek welatên din jî xwe amade dikin da ji petrola xwe ya stratejik petrolê bifroşin bazara dinyayê.

Bessent got ku pêdiviya DYA bi petrolê nîne lê ya hevkaran bi petrolê heye û ev kiryar ji bo hevkarane û dewam kir:

“Ev kiryarekî gelek balkêşe ku mirov bi dewletekî re di şer de be û karibe givaşa ser petrola wan ji bo hevkarên xwe rake û ev biryar dîrokiye.”