PeyamaKurd - Rojnameyên erebî bal kişandin ser biryara Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a entegrasyona di nava saziyên dewletê de û ev gav wekî veguherîneke mezin a di siyaseta Sûriyeyê de nirxandin.
Rojnameya El Şerq El Ewset diyar kir ku ev daxuyanî pirsgirêka Kurd ji şerê leşkerî ber bi qada siyasî ve dikişîne, lê hişyarî da ku aliyên neteweperest ên tundraw dikarin bibin asteng li pêşiya vê qonaxa nû.
Rojnameya El Erebî El Cedîd ev biryar bi guhertinên herêmî û navneteweyî ve girê da û destnîşan kir ku polîtîkayên Amerîkayê û pêvajoya muzakereyan bandoreke rasterast li ser vê pêvajoyê kiriye.
Her du rojnameyan jî tekez kir ku çareseriya mayînde tenê di çarçoveyeke nîştimanî û bi misogerkirina mafên rewa yên gelê Kurd de pêkan e.