PeyamaKurd - Medyaya Erebî girîngiyeke mezin da bandorên êrîşên asmanî yên Îsraîlê yên li ser balafirgeha leşkerî ya Ebû El-Duhûrê ku li gundewarê Îdlibê ye û destnîşan kir ku peyamên vê êrîşê rasterast digehîjin siberoja hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê û proseya ji nû ve avakirina artêşa Sûriyeyê.
Di analîzan de hate diyar kirin ku ev gava Tel Evîvê wekî hişyariyeke eşkere ye li hemberî her hewldana berfirehkirina rola Enqereyê ya li herêmê.
Malpera El Erebiyeyê ragihand ku êrîşê peyamên girîng ji bo Tirkiyeyê di derbarê her bicihkirina leşkerî yan jî beşdariya di avakirina hêzên leşkerî yên Sûriyeyê de dihewand.
Ji aliyê din ve rojnameya El Şerq El Ewsat bal kişand ser nirxandinên Îsraîlê û nivîsî ku ev êrîş bi fikarên kûr ên Tel Evîvê yên li ser piştgiriya Tirkiyeyê ji bo ji nû ve avakirina hêza asmanî ya Sûriyeyê ve girêdayî ye.