PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîna salane ya rojnamevanî ya Moskowê de, derbarê rewşa Sûriyê de jî daxuyanî dan.
Lavrov li ser hevdîtinê berdewam ên di navbera aliyên Sûrî de got, “Em di proseya siyasî ya krîza Sûriyê de gihîştine qonaxeke girîng, her tişt di bin kontrola me de ye. Wê Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Geir O. Pedersen hefteya bê serdana Moskowê bike.”
Lavrov li ser mijara Libyayê jî diyar kir ku dê Hefter li gorî lihevkirina hatiye kirin tevbigere û NATO tawanbar kir ku bi bombardimanê bûye sedema têkbirina mekanîzmeya dewletbûnê li Libyayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin