PeyamaKurd - Serokê diplomasiya Ewropayê Josep Borrell piştî Konferansa Berlînê ku doh hatibû encamdan, di civîneke rojnamevanî de ragihand, “Ew ê hemû bijarteyan ji bo pêkanîna agirbesta li Lîbyayê lêkolîn bikin.”
Borrell got, “Pêwîstiya agirbestê bi çavdêriyê heye û nabe tenê em bibêjin vaye agirbest pêk hat.”
Serokê diplomasiya Ewropayê teqez kir ku divê operasyona deryayî ya NY were berdewamkirin.
Operasyona deryayî ya Neteweyên Yekbûyî ji sala 2015an ve li ser avên Lîbyayê tê pêkanîn ku mebest, rizgarkirina penaberan, têkbirina operasyonên qaçaxiya mirovan û çekan û perwerdekirina hêzên beravên Lîbyayê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin