Peymana destûrê dide Brîtanya bi bacên sifir û kotaya sifir bigihêje bazarên YE hat dirêjkirin

Peymana destûrê dide Brîtanya bi bacên sifir û kotaya sifir bigihêje bazarên YE hat dirêjkirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson û Seroka Komîsyona Ewropa (YE) Ursula von der Leyen, bi daxuyaniyeke hevpar peywirdar bo berdewamkirina pêvajoya danûstandinên di derbarê Brexit de erkdar kirin û gotin pêvajoya Brexit hatiye dirêjkirin.

Danûstandinên di navbera Brîtanya û Yekîtiya Ewropa de, piranî ji bo çareserkirina aloziyên li ser peymana ku destûrê dide Brîtanya bi bacên sifir û kotaya sifir bigihêje bazarên YE, didome. Biryar bû, roja Yekşemê 13ê Kanûnê li ser derketina Brîtanya ji Yekîtiya Ewropa, biryarek bihata dayîn.

Roja Yekşemê her du serokan, bi daxuyaniyeke hevpar peywirdar bo berdewamkirinê, erkdar kirin. Johnson û von der Leyen got, "Tevî rawestandina piştî danûstandinên hema hema salekê û negîhiştina demên dîyarkirî jî, em difikirin ku di vê xalê de berpirsiyar in ku hinek din dem bidin."

Serokwezîr Johson diyar kir, her du alî dê hewil bidin gelek afirîner bibin, lê Brîtanya nikare ji "xetên sor" yên sereke varê bibe.

Ji ber vê yekê, îhtîmala herî bilind, bêyî avakirina peymanekê, lê bazirganiya bi şertên ne-destûrdar yên ku ji hêla Rêxistina Bazirganiya Cîhanî ve hatiye danîn e.

Brexita bêyî peymaneke bazirganî, dê zirarê bide aboriya Ewropa. Ew ê di bazarên darayî de pirsgirêkan derxîne, sînoran bişkîne û kaosê bi sistemên bazirganî yên li Ewropa û derveyî wê derxîne holê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin