Rayedarê Sûrî bo rêkeftina Îdlibê: Dibînim ku pirs ber bi çareseriya serbazî ve diçe

Rayedarê Sûrî bo rêkeftina Îdlibê: Dibînim ku pirs ber bi çareseriya serbazî ve diçe

PeyamaKurd - Rayedarekî rêjîma Sûriyê radigihîne, riya navdewletî ya M4 bi bijardeya serbazî vedikin, ji ber ku Tirkiyê pabendî rêkeftina Idlibê nabe.

Parêzgarê Îdlibê yê karbirêker Mihemed Fadî Sedûn di civînekê rojnamevaniyê de ragihand, yan bi gotina Tirkiyê terorîst astengiyan datînin pêş rêkeftina Rûsya û Tirkiyê ya derbarê Idlibê de, yan Tirkiye nikare wê rêkeftinê pêk bîne.

‘Eger Tirkiyê nijare rêkfeftinê bicih bike, bila wê yekê ji artêşa Sûriyê re bihêle’

Mihemed Fadî Sedûn got: “Heger Tirkiye ku (gerentîkarê teroristan e) nikare rêkfeftinê bicih bike, bila wê yekê ji artêşa Sûriyê re bihêle, ta bi bijardeya serbazî rêkeftinê bicih bike”.

Amaje bi wê jî da, komên terorist ji bo rêgiriyê li gerên çavdêriyê li ser riya navdewletî M4 bikin û bicihkirina rêkeftinê asteng bikin, xelkê sivîl wek mertalên mirovî bikar tînin.

Li ser pêşeroja rêkeftinê û rewşa Idlibê wî berpirsê Sûrî got: Aliyê Rûsî moletek daye Tirkiye heta rêkeftinê bicih bike, artêşa Sûriyê jî li benda bidawîbûna wê moletê ye. Dibînim ku pirs ber bi çareseriya serbazî ve dice.

‘Rûsya û Tirkiyê li ser agirbesta li Idlibê û avakirina karîdoreke ewle li ser navdewletî M4 rêkeftibûn’

Roja 5ê Adarê Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li ser agirbesta li Idlibê û avakirina karîdoreke ewle li ser navdewletî M4 rêkeftibûn.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê roja 15ê vê mehê di daxuyaniyekê de ragihand, yekem gera çavdêriyê ya hevbeş a Rûsî – Tirkî li ser riya navdewletî M4 li Idlibê hat encamdan, lê bi sedema astengiyên grûpên terorist, ku xelk derxistin sere rê, ger nîvco hat bidawîkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin