Bi erebê êrîs kir nav karnawalê û 30 metre çû nav qelebalixê

Bi erebê êrîs kir nav karnawalê û 30 metre çû nav qelebalixê

PeyamaKurd- Li Almanya di karnawala ku li bajarê Walkmarsenê jî çêdibû, kesekî bi erebê êrîşê nav qelebalixa karnawalê kir û bi dirêjahiya 30 metreyî çû nav qelebalixê. Medya cîh dibêje ku gelek birîndar hene.Rêvebiriya polîsê Kasselê mijarê ragihand ku kesekî ereba xwe ajotiye nav qelebalixa meşê.Bûyer li dora 14.30an de çêbûye.

Li aliyê dinê rojname ya Bildê dibêje ku di dema êrîşê de gelek kes birîndar bûne ku di nava wan de zarok jî hene. Rojname jimara birîndaran 25 ragihand.

Li ser babeta ku bûyer çawa bûye û rewşa birîndaran ya herî dawiyê heya niha polîs ti ahgahî nedaye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin