PeyamaKurd - Serokê Desteya Bilind a Tendirustiyê ya Italya Silvio Brusaferro ragihand ku di hejmara tûşbûyên Covid-19 de kêmbûn xuya dike ku 6 hefteyên dawî gihîştibû asta herî bilind a mirin û tûşbûyan.
Li seranser dinyayê yek ji welatê herî zêde bandora vîrusa korona li ser çêbûye Îtalya ye. Li gorî amarên 24 saetên dawî, li Îtalyayê 4,585 tûşbûyên nû û 766 mirin hatine tomarkirin ku hejmara miriyan gihîştiye 14 hezar û 681 kesan û hejmara tûşbûyan jî bûye 119 hezar û 827 kes.
Silvio Brusaferro li ser hejmarên dawî got ku di hejmara tûşbûyan de kêmbûn xuya dike û destnîşan kir ku bi giştî kesên can dane kesên temenê wan zêdeyî 60 salî ne û ji sedî 30yê wan jî jin in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin