PeyamaKurd - Biryare îro politburoyên YNKê û PDKê bicivin û gotûbêjê li ser helbijartinên encûmena parêzgehan û yek lîsteyiya Kurd li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî bikin. Herwaha behsa amadekariyên bo civîna sêalî ya navbera PDK, YNK û Gorran jî dê bikin.
Endamê politburoya PDKê Kakemîn Necar ji K24ê re ragehand: ‘’Îro careke din politburoyên PDKê û YNKê dê bicivin û di civînê de babeta serekî guftûgo kirina pêkanîna lîsteyekî kürdiye li navçeyên Kurdistanî, bo helbijartinên encûmena parêzgehan.’’
Ji aliyeke din ve endamê politburoya PDKê Cehfer Emînkî jî ji K24ê re ragehand: ‘’Di civîna îro de PDK û YNK amadekariyan bo civîna sêalî yên navbera PDK û YNK û Gorran dê bikin, bo ku ew pirsgirêkên mane di kabîneya nû ya hikûmetê de bi hevbeşî bên çareser kirin, ku hikûmet bihêz bibe.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin