PeyamaKurd- Yekîtiya Awrûpayê li ser qewimandina li Efrînê ya do ku 42 kes jiyana xwe ji dest dabûn, peyamekî belav kir. YA yê peyama xwe di rêya baregeha Jossef Borrel de ku temsîlkarê bilind yê karên derve û siyaseta ewlekarî ya Yekîtiya Awrûpa ye, weha ragihand:
“Ti tiştekî nabe sedem bo kirina terorî ya li Efrînê. Divê berpirs hesabê vê bûyerê bidin.”
YA yê hem bi malbatên qurbaniyan sersaxiyê jî xwest. Di beyanê de hat ragihandin ku çareseriya mijara Sûriyê tenê di rêya NH de dibe û destekê da banga agirbesa temsîlkarê Sûriyê yê li NH Geir O. Pedersen.
PKK ê û YPG ragihandibû ku ti têkiliyeka wan û bûyera Efrînê bi hev tine ye. Trikiye jî ragihand ku têkiliya wan bi bûyera Efrînê tine ye lê başe kî vê bûyerê kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin