Ji Parlamena Ewropayê pistgiriya Demirtas: ‘Selahattîn em bi te re ne!’

Ji Parlamena Ewropayê pistgiriya Demirtas: ‘Selahattîn em bi te re ne!’

PeyamaKurd - Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku Dadgeha Mafen Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara ‘derhal’ berdana wî dabû û dadgeha Tirkiyê li şûna bicihanîna vê biryarê, ji dozeke din cezayê girtîgehê lê birîbû, îro li Enqerê derdikeve pêşberî dadgehê ku dê 2 rojan parastina xwe bike.

Beriya ku Demirtaş derkeve pêşberî dadgehê raportora Parlamentoya Ewropayê (PE) Kati Piri, li PEyê gotarek pêşkeş kir û bang li hevjîna Demirtaş, Başak Demirtaş kir û got, “Dema tu çûyî dadgehê bo şopandina doza hevjînê xwe, bizane ku em wekî Parlamentoya Ewropayê li pişt te ne.”

Piri herwiha li ser hesabê xwe yê twitterê jî diyar kir ku Tirkiyê ji ber daxwazên wî yên aştî û wekheviyê Demirtaş zindan kiriye û mafên wî yên derbirin û siyasetê ji dest standiye.

Pirî bi Kurdî jî wiha nivîsand: “Selahattin, em bi te re ne!”

Selahattîn Demirtaş îro 12ê Kanûnê li Avahiya Edliya Girtîgeha Sîncanê ya 19emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê derdikeve pêşberî dadgehê ku dê danişîna wî heta sibe 13ê Kanûnê berdewam bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin