PeyamaKurd – Li bajarê Silêmaniyê li ser rêyeka sereke du otomobil lihev xistin û di encamê de 6 kes birîndar bûn. Rêvebirê daîra trafîkê ya Silêmaniyê di ser hesabê xwe yê Facebookê de weha ragihand:
“Li ser rêya Salimê du otomobil lihev xistin û di encamê de 6 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bûne 5 ji wan di nav otomobîlekî de bûne û yê din di rêya xwe de diçû birîndar bû.”
Birîndar li nexweşxanê tên dermankirin û lêpirsîna qezayê dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin