PeyamaKurd - Hikumeta nû ya welatê Slovakya ya bi Serokwezîriya Igor Matovic, bi maske û lepikan bawerî ji Serokomara Slovakya Zuzana Caputova wergirt.
Serokwezîrê nû yê Slovakya Igor Matovic, hikumeta xwe bi Serokomara Slovakyayê Zuzana Čaputová nasand û piştî sondxwarinê dest bi erkê xwe kir.
Ji ber vîrusa koronayê cara yekem di dîrokê de hemû endamên kabîneyê bi maske û lepikan xwe dan naskirin.
Li Slovakyayê heta niha 178 tûşbûyên covid19 hene û hîn ti mirinek nehatiye ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin