Li Batman û Sirnexê teqînên hevdem çêbûn

Li Batman û Sirnexê teqînên hevdem çêbûn

PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê sê teqînên mezin çêbûn û hejmareke zêde ya ambulans û hêzên emnî ber bi cihê bûyerê ve hatin şandin. Herwiha li gor çavkaniyên xwecihî, li Şirnexê jî binkeyeke leşkerî bi dronan rastî êrîşekê hat.

Li gor zanyariyan, dengê teqînan ji nêzîkî navendeke balafirên bêbalafirvan ê artêşa Tirkiyê li Batmanê bilind bûye û dengê gulleyan jî hatiye bihîstin.

Agahiyî didin zanîn, rûniştvanên Batmanê li ser hesabên xwe yên tweterê belav kirine, ji aliyê balafirgeha leşkerî ya Batmanê 3 teqîn li ser hev rû dane û paşê jî bi qasî 5 xulekan dengê gulebaranê hatiye. Li heman cihî dengê wesayîtên agirkujiyê hatine bihîstin.

Parêzgariya Batmanê di derbarê teqînan de daxuyaniyek belav kir û diyar kir, îşev di saet 23.10an de, bi 3 balafirên maket hewê hatiye dayîn ku êriş li dijî binkeyeke serbazî bê kirin. Lê ew balafirên maket hatine jinavbirin û ti ziyanek çênebûye.

Herwiha li gor çavkaniyên xwecihî, li dijî 23emîn Fermandariya Cendirme a li Şirnexa Bakurê Kurdistanê jî êrîşeke bi dronan pêk hatiye û gelek teqîn di wê fermandariyê de çêbûne.

Li gor çavkaniyên xwecihî li herdu bajaran jî ji ber wan teqînên hevdem ên li binkeyên serbazî liv û tevgereke zêde ya ambulans û wesayîtên leşkerî çêbûye.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî piştrast kir ku li Şirnex û Batmanê binkeyên serbazî hatine armancgirtin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, Binkeya Sîstemên Balafirên Bêbalafirvan a l Batmanê û 23emîn Fermandariya Piyade a li Şirnexê, bi balafirên maket hatine armancgirtin “lê bi saya tedbîran ti ziyanek çênebûye.”

Herwiha hatiye destnîşankirin, tedbîrên ewlehiyê yên li wan binkeyan hatine tundkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin