PeyamaKurd - Şanda HDP û KCDê ku derbasî Hewlêrê bibû, bi Serok Mesûd Barzanî re civiya.
Şandeya ji hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, hevserokê giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Cîgira Serokê Koma HDPê ya Parlamentoyê Fatma Kurtulan û alîkarê Hevserokên Giştî yên HDPê Nazmî Gur pêk tê, piştî pêşwazîkirina li Balefirgeha Hewlêrê, derbasî bajaroka Mesîfê bû.

Serok Barzanî û Hevserokê HDPê Temelli
Şandeya ku parlamentera HDP’ê ya Batmanê Feleknas Uca ku ev çend roje li başûrê Kurdistanê ye û hevserokên Nûnertiya HDPê ya Herêma Kurdistanê Muzeyen Guneş û Abid Îke jî tev li bûn, li vir derbasî baregeha Serok Barzanî bûn.
ŞANDA HDPÊ JI HÊLA SEROK BARZANÎ VE HATE PÊŞWAZÎKIRIN
Endamên şandeyê li ber avahiyê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî, berpirsê Mekteba Siyasî ya PDKê Fazil Mîranî, berpirsê Birêveberiya Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, berpirsê Komîteya Pêwendiyan a PDKê Elî Hisên û endamên rêveberiya PDKê vehatin hatin pêşwazîkirin.

Serok Barzanî û Feleknas Uca
‘EM JI BO MIJARÊN GIRÎNG LI VIR IN’
Piştrî pêşwazîkirinê endamên şandeyê û Barzanî derbasî Ofîsê bûn. Li vir Sezaî Temellî axaftineke kurt kir û wiha got: “Me xwest bi taybetî we ziyaret bikin. Em dixwazin vê ziyareta xwe ya 4 rojan baş derbas bikin. Em di wê baweriyê de ne ku dê gelekî baş derbas bibe. Em gelekî keêxweş û şanaz in ku li vir in. Ji ber sedemeke girîng îro em li vir in û hatine serdana we. Hevseroka me ya giştî Pervîn Buldan jî dixwest li vir be. Lê ji ber ku emeliyateke girîng derbas kiriye, nekarî were. Gelek silavên wê ji were hene.”
Mesûd Barzanî jî bixêrhatina şandeyê kir û diyar kir ku ew bi hatina şandeyê kêfxweş bûye.
Piştrî axaftinên xêrhatinê, endamên çapemeniyê ji hundir hatin derxistin. Hevdîtin berdewam dike û tê çaverêkirin ku Serok Barzanî derbarê hevdîtinê de daxuyaniyekê bide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin