PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniya îro Yekşemê de ragihand ku di 24 saetên borî de, 251 kes bi vîrûsa Koronayê ketine û 12 kes jî pê mirine.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 251 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine ku 38 kes li Hesekê, 19 kes li Qamişlo, 16 kes li Dêrikê, 7 kes li Dirbêsiyê, 2 kes li Amûdê, 29 kes li Kobanê, 65 kes li Reqayê, 66 kes li Tebqayê û 9 kes li Minbicê ne.
Dr. Mistefa eşkere kir, 12 kesan can daye ku ew î 2 kes li Qamişlo, 4 kes li Minbicê, 2 kes li Dêrazorê, 1 kes li Amûdê, 1 kes li Hesekê, 1 kes li Dêrikê û 1 kes li Tebqayê ne.
Herwiha hat diyarkirin ku 25 nexweş jî baş bûne.
Li Rojavayê Kurdistanê li gorî amarên fermî heta niha 15176 kes bi koronayê ketine, 519 kes pê mirina û 1538 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin