PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 10 polîsên tirk û 5 sivîlên hevkarên wan ji ber standina bertîla ku ji şifêrên TIRên diçin Başûrê Kurdistanê distînin, hatin binçavkirin û piştre ji wan 5 polîs hatin girtin.
Li gorî ragihandina Navenda Asayîşa navçeya Cizîrê ya bajarê Şirnexê 15 kes ku 10 ji wan polîs in bi tohmeta bertîlê hatine binçavkirin û ji wan 5 polîsên bi sedema ku ji bo dora şifêran a çûyîna deriyê sînorê Xabûr-Îbrahîm Xelîl nêzîk bikin bertîl standine, hatin girtin.
Di daxuyaniya emniyeta Cizîrê de hatiye gotin, dema trafîk zêde dibe dorên TIRan ên bi qasî 20-25 kîlometran çêdibin û hatiye tesbîtkirin hinek polîsan ji bo dora şifêran nêzîk bikin bertîl standine û bi lêpirsîna Serdozgeriya Cizîrê li hember wan kesan xebat hatiye destpêkirin.
Hat ragihandin di operasyonê de, 15 kes hatine binçavkirin ku 5 ji wan sivîl in û 10 jî polîs in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin