PeyamaKurd - Li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya Îranê pevçûnên çekdarî di navbera hêzeke çekdar a Belûç û hêzên leşkerî yên Îranê de didomin.
Li gorî nûçeya rêxistina Halveşê, roja duşemê li nêzîkî bajarê Bompûrê du maşînên hêzên çekdar ên Îranê ji aliyê Eniya Xebatkarên Gel a Belûçistanê ve bûn armanc û di encamê de hemû hejmarek leşker hatin kuştin.
Ajansa nûçeyan a polîsê herêmê jî êrîş piştrast kir û da xuyakirin ku di nav kuştiyan de "Ustwar duyem Emîrhuseyn Qasimî" û "Grouhban yekem Nizam Destguşadê" jî hene.
Eniya Xebatkarên Gel a Belûçistanê berpirsiyariya êrîşê girt ser xwe û ragihand ku ev çalakî wekî bersiveke li dijî hovîtî û kiryarên rejîmê pêk hatine.