Saredarê Semzînanê bi koronayê ket

Saredarê Semzînanê bi koronayê ket

PeyamaKurd - Şaredarê Şemzînanê li bajarê Colemêrg a Bakurê Kurdistanê, Tahir Saklî ragihand, ku encama pişkinîna wî ya koronayê pozîtîf derketiye û ew bi vîrusa Covid-19ê ketiye.

Şaredarê Şemzînanê ku ser bi partiya desthilatdar a Tirkiyê, AK Partiyê ve ye, di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku wî duh 21ê Gulanê encama pişkinîna xwe ya koronayê kiriye û diyar kir, ku encam pozîtîv derketiye ango bi koronayê ketiye.

Tahir Saklî diyar kir: “Encama testa min mixabin pozîtîv derket. Rewşa min a tendirustiyê gelek baş e, ti nîşaneyeke nexweşiyê li ser min nîne. Ez li nexweşxaneya me têm dermankirin, di destên emîn (cihê baweriyê) de me. Bi îzn û teqdîra Xwedê, di nêzîktirîn dem de di nava we de dibim û vedigerim ser erka xwe. Ji dostên xwe hêviya duayan dikim.”

Tahîr Saklî sala 1969an li qezaya Şemzînan a Colemêrgê ji dayik bûye û damezrênerê rêxistina AKPê li Şemzînanê bûye û di navbera salên 2001 heta 2008 de jî serokatiya şaxa AKPê li vê navçeyê kiriye. Saklî di hilbijartinên 31ê Adara 2019an ên şaredariyan de, %48,13 dengan bi dest xistibû û wek Serokê Şaredariya Şemzînanê hatibû hilbijartin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin