PeyamaKurd- Pisporên Neteweyên Yekgirtî bo 8 balafirên ku Rûsya bo Lîbyayê, bo hêzên Hafter şandiye, di derheqê wan de lêkolîn daye destpêkirin. Berdevkê sekreterê giştî yê NY Stephane Dujarric bo şerê Lîbyayê weha got:
“Peyama me zelal e. Bombebaranê bidin rawestandin, şer bidin rawestandin. Çareseriya leşkerî, bombebaran û drone nikarin aştiyê bînin Lîbyayê.”
Ragihandina mijara balafiran û lêkolîna di derbarê wan de ji aliyê rojnameya Îngîlîz Financial Times de hat ragihandin ku navê çavkaniyê nedaye. Li gor rojnameyê pisporên NY bi sedema ku Rûsya 8 balafiran daye hêzên Hafter lêkolînê daye destpêkirin.
Di nûçeyê de tê gotin ku Tirkiye li Lîbyayê hukumeta Lîbyayê destek dike û 8 balafirên Rûsyayê ji aliyê rejîma Sûriyê de bo Hafter hatiye şandin û dibe di navbera Rûsya û Tirkiyê de raste rast şer derê. Her dû alî bo Lîbyayê alîkariyên xwe zêde kirine. Dîplomatekî gotiye ku jimara balafiran ji 8 an zêdetire.
Dewleta Emaratan îsal 10 hezar ton ekîpmanên leşkerî şandiye bo Hafter, di meha adarê de 11 hezar ton petrola jetan şandiye Bîngaziyê bo Hafter. Tê gotin ku hêzên Hafter nikarin wan balafiran bikarbînin û balê dikşînin ser şîrketa Rûsyayê Wagnerê ku bi pera leşker daye Hafter û li wê derê şer dikin.
Pisporê mijarê yê Lîbyayê Wolfram Lacher dibêje ku hedefa balafirên Rûsyayê ew e ku Tirkiye nikaribe hêzên Hafter ji Lîbyayê derxe. Karê wan yê yekem dê ew be ku balafirgeha Watiye bombebaran bikin da nikaribin bikarbînin û sîstema parastina hewayî ya Tirkiyê ku li Trablûs û Misratayê ye bombebaran bikin.
Wezîrê karên hundir yê Lîbyayê Fethi Başaxa ragihandibû ku ji baregeha Sûriyê ya Himeymimê 6 balafirên şer yên Rûsyayê 6 Mig-29 û 2 heb Su-24 gihaye Hafter.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin