PeyamaKurd – Koşka Elysee ya Serokatiya Fransayê, bi daxuyaniyekê destwerdana Tirkiyê ya li Lîbyayê şermezar kir û got: “Destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê nayê qebûlkirin û xweş nayê pêşwazîkirin.”
Koşka Elysee li ser navê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron derbarê destwerdana Tirkiyê ya şerê navxweyî yê Libyayê ragihand, Tirkiyê li Libyayê siyaseteke gurkirina şer dimeşîne û got; “Tirkiyê bi eşkere 7 keştî li beravên Lîbyayê bicih kirine û dorpêça çekan a li ser Lîbyayê binpê kir. Destwerdanên Tirkiyê li Lîbyayê nayên qebûlkirin û xweş nayê pêşwazîkirin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, “Tirkiye ji NATOyê mifayê dibîne. Lê Parîs rê nade vê yekê. Di derbarê Lîbyayê de em dê di NATOyê de hevdîtinan bikin.”
Hêjayî gotinê ye, Tirkiye bi awayekî eşkere piştgirîyê li hikûmeta li Trablusê ya bi serokatiya Fayiz Serrac dike û hem çekdarên opozîsyona Sûriyê dişîne hem jî bi hêza xwe ya leşkerî piştgiriyê dide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin