Erebistana Si’ûdiyê vê carê jinên xwe xistine zîndanê

Erebistana Si’ûdiyê vê carê jinên xwe xistine zîndanê

PeyamaKurd- Prenses a Erebistana Si’ûdiyê ya bi navê Besmeh bîn Si’ûd Bîn Ebdulezîz di ser hesabê xwe yê twitterê de ragihandiye ku ew li Erebistanê di zîndana El-Hairê de ye, halê wê yê tenduristiyê baş nîne û her diçe halê wê xerabtir dibe. Bo bê berdan, ji mamê xwe qral Selman Bîn Ebdulezîz û welîahd Prens Muhammed Bîn Selman re name nivîsandiye.

Prenses Besme, dibêje ku ti sedem tine da di zîndanê de bimîne û halê wê yê tenduristiyê baş nîne. Pêdiviya wê bi tedawiyê heye û lewra bang li mamê xwe û welîehd kiriye. Prensesa 56 salî bi keça xwe sûhûd re di zîndanê de ye û di nameya xwe de weha gotiye:

“Berê jî min gotibû ku ez û keça xwe Sûhûd Eş Şerîf li nêzî Riyadê di zîndana Hairê de ne. Halê min her diçe nexweş dibe. Dibe ev nexweşînên han bibin sedema mirina min. Bo di Remezana pîroz de ez baş bibim, dixwazim malbata xwe bibînim û ev salekiyê min malbata xwe nediye. Ji kerema xwe min serbest berdin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin