PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêwendiyeke telefonî bi namzedê bipeywir yê serokwezîriya Iraqê, Adil Ebdulmehdî re danî û tevî gotûbêja li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, hêviya serkevtinê ji wî re xwast.
Serok Mesûd Barzanî bi rêya telefonê peywendî bi namzedê bipeywir bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, Adil Ebdulmehdî re danî.
Serok Barzanî, Adil Ebdulmehdî wek xebatgêrekî dêrîn û dostê gelê Kurdistanê biwesif kir.
Herwiha Serok Barzanî îfade kir, ku ew ji wê yekê piştrast e ku Adil Ebdulmehdî herdem berjewendiyên Iraqê û Herêma Kurdistanê li ber çav digire û piştevaniya xwe jî bo hewldanên wî yên bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqa Federal ragihand û serkevtin ji wî re xwest.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin