PeyamaKurd - Girtiya siyasî ya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê Zeyneb Celaliyan, li girtîgeha Qerçekê bi vîrûsa koronayê ketiye û tevî ku vîrus li pişika wê belav bûye jî berpirsên girtîgehê hîn ew nebirine nexweşxaneyê.
Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK) ragihand ku girtiya jin Zeyneb Celaliyan li Girtîgeha Qerçekê bi vîrûsa korona (Covîd-19) ketiye û tevî ku vîrus li pişika wê belav bûye jî berpirsên girtîgehê wê nabin nexweşxaneyê.
Bavê Zeynep Celaliyan Elî Celaliyan ji Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê re gotiye, doh 6ê Hezîranê keça wî bi rêya telefonê ji wan re gotiye ew tevî çend girtiyên din bi koronayê ketiye û xistine odeyeke cuda ya beşa karantînayê ya girtîgehê.
Bavê Celaliyan diyar kiriye ku hê jî ta û bêhntengiya Zeyneb bi awayekî dijwar didome û gotiye: "Doxtorê girtîgehê ji wê re gotiye ku vîrûsê hemû pişka wê daye ber xwe û hewl didin ku bi dermanan îltîhaba pişka wê kontrol bikin."
Elî Celaliyan xwest ku pir lez keça wî veguhêzin nexweşxaneyeke ji derveyî girtîgehê û bixin bin çavdêriya pizîşkî.
Zeyneb Celaliyan 13 sal in girtî ye û sizayê darvekirinê lê hatiye sepandin ku bi zextên saziyên sivîl û bangewaziyan sepandina cezayê wê hatiye paşxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin