PeyamaKurd - Dadgeha Lêkolînê ya Hewlêrê bi bîrewernameyekê biryara parlamentarê bi ser Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Soran Omer ku parêzbendiya wî ji aliyê parlamentoyê ve hatibû rakirin derxist daku derkeve pêşberî dadgehê.
Li gor wê bîrewernameya girtinê, ku serokatîya Dageha Têhelçûna devera Hewlêrê/ Dadgeha Lêkolîn a Hewlêrê arasteya hemû endamên berzeftên dadwerîyê û tevaya endamên polîsan kirîye, ferman bi wan hêzan hatîye kirin, ku Soran Omer wek tuhmetbar bigirin û bidine dadgehê li gor ku li bingeha Polîsên Xaneqa şikat li ser hatîye tomarkirin.
Soran Omer li gor hukmên madeya 433 ji yasaya sizadana Iraqî, hejmar 111 ya sala 1969 rûbirûyê dadgehê tê kirin.
Madeya 433 li pişka çarem a yasa ya sizadanê û taybet e bi xeberdan û sivikatîkirinê. Ew made ji du movkan pêk hatîye. Di yekem de amaje bi wê yekê dike, her kesek xeberan bide kesek dî, sizayê wî girtine yan jî peredan e û dibe bi yek ji van du sizayan bê sizadan, lê heke ew xeberdan bi rêya belavkirinê di rojnameyê yan her çapemenîyêkê be, yan jî yek ji alavên ragheandinê be, dê rewşa sizayê tundtir be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin