PeyamaKurd- Li Zîndana Urmiyê ya navendî ya Rojhilatê Kurdistanê, bi sedema ku jinekî bi nexweşîna vîrusa koronayê mir, jinên zîndanî tev ketin greva birçîbûnê. Jinên ku ketine greva birçîbûnê, dixwazin şertên wan yên tenduristiyê bên başkirin û ji zîndanê bên berdan. Îran biryara serbestberdana 85 hezar zîndaniyan dabû lê van jinên han nexistin ber wê efûyê.
Jin a Kirmaşanî ya bi navê Fatîma Elîzade ya 53 salî ji ber koronavîrusê jiyana xwe ji dest dabû. Zîndanî dibêjin muddeyê ku jin a bi navê Fatîme nexweş bû, ti mudaxeleyeka tenduristiyê bo wê nehat kirin.
Li gor ragihandina Rûdawê nexweşîn di zîndanê de belav bûye û qawîşên 1 û 2 yê bo wan hatiye veqetandin. Di zîndanê de li dora 200 jin hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin