Nadya Murad spasiya Serokatiya Herêma Kurdistanê kir

Nadya Murad spasiya Serokatiya Herêma Kurdistanê kir

PeyamaKurd - Balyoza Niyetpakiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û çalakvana Kurd a Êzidî û xwediya Xelata Nobelê ya Aştiyê Nadya Murad ji ber ku Parlemana Kurdistanê 3ê Tebaxê wek roja bibîranîna Komkujiya Kurdên Êzidî ragihandiye spasiyên xwe pêşkêş kirin.

Çalakvana Kurd Nadya Murad li ser hesabê xwe yê tora medya civakî bi peymakê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokatiya Herêma Kurdistanê kir.

Nadya Murad dibêje: “Ez spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokatiya Herêma Kurdistanê dikim ku bo pesendkirina biryara nasandina 3yê Tebaxê wek roja fermî ya bibîranîna jenosîda Êzidiyan. Ev yek pêngaveke girîng e bo pêşxistina proseya aştî û avakirina navçe û komelgehên Êzidiyan.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin